Cîhan

Amerîka F-16 rênekirin Iraqê

Li gora li hevhatina navbera Iraq û Amerîkayê de diviya Amerîka 36 balefirên F-16 bifrotan Iraqê. Lê dema rêkirina van balefiran hat, ji bo Rewşa niha li Iraqê heyî Amerîka rêkirina balefirên F-16 sekinand.

Di vê derbarê de nûnerek yê wezereta derve ya amerîka Marie Harf daxuyaniyek da û got: Wasington peymana firotina balefiran ve girêdaye. Lê Desthilatdariya Iraqê nikare parastina balafiran bike. Perwerdekirina pilotan dawî nehatiye û herweha Iraqê berpirsiyariya xwe ya malî jî bi cih neaniye.

Lê hukumeta Bexdayî îdia dike ku wan 4.1 milyar dolar dane Amerika û vê dema DAÎŞ ketî di nava Iraqê de ev balefir gelekî pêwistin.

Wek tê zanîn ji berî heftiyekî hukumeta Iraqê balefirên Sukhoi ji Rusya kirîbûn.

Back to top button