Amerîka êrîşên li rojavayê Kurdistanê şermezar dike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand ku ew êrîşên li Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin.

Ned Price di civîneke çapemeniyê de êrîşên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û ragihand ku ew ji ber êrîşên van demên dawî yên bi rêya wesayîtên bombekirî, nîgeran in.

Price diyar kir: “Ev êrîş gefê li gelê Sûriyê dixwe û wê deverê zêdetir nearam dike.”

Du roj berê li navçeyên Ezaz û Babê teqîn çêbûbûn û di encama wan teqînan de 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 24 kes jî birîndar bûbûn.

Herwiha sê roj berê jî li devera pîşesazî ya Efrînê bi otomobîleke bombekirî êrîşek hatibû encamdan û di wê êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûbûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: