Cîhan

Amerika êrîşê hêzên rejima Suriye kir

Amerika li devera Derêzorê bi balefiran baregehek bingehin yê rejima Suriye bombebaran kir.Li gora aghdarîyên medyayê 62 efserên rejima esat di vê êrîşa ezmanî de hatin kuştin.Li ser vê bûyerê Rusya di cih de xwest NY bicive û konseya ewlehiya NY civiya.Amerika da xuyakirin ku wan bi xeletî baregehê rejimê bombebaran kiriye û ji wan weye ew cihê DAÎŞê ye.Piştî êrîşê rejima Suriye daxuyaniyek da û got: Ev delila wê yekêye ku Amerika pişgiriya DAÎŞê dike.Li Londonê rêxistina çavderiya mafê mirova li Suriye da xuyakirin ku; di vê êrîşê de 83 efser hatine kuştin û 120 jî birîndarin.Herweha berdevkî yê serokê Amerika Obama jî da xûyakirin ku ji bo vê bûyerê dilgiran bûne.Li gora ajansa fermi ya Suriye SANA , piştî bombebarankirina Amerika DAÎŞ êrîş biriye li ser heman cihî.

Back to top button