Amerika dixwaze balefirxaneyên Kurdistanê vebin

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di civîneke çapemeniyê de derbarê diyarkirina şandiyekî ji bo gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand: “Bêguman ew hizir gihiştiye me, ku em şandiyekê taybet destnîşan bikin. Lê bi baweriya me ev pirsgirêkeke navxweyî ye û divê li navxwe çareser bikin. Di navbera Hewlêr û Bexdayê de kar li ser bê kirin. Em hest nakin ku pêwîstî bi navbeynkariya Amerîkayê hebe, yan pêgeyekê nû biavêjin. Ji nêzîk ve peywendiyên me li gel Kurd û her wiha hikûmeta Iraqê hene, em bi berdewamî ji bo dest pê kirina gotûbêjan hêsankariyan dikin.”Heather Nauert herwiha tekez kir, ku haya wê nebûye, ku bi awayeke fermî daxwaz hatibe kirin da ku şandiyekê taybet beşdarî hevdîtinên di navbera Hewlêr û bexdayê de bibin û got: “Hemû alî ji bo nakokiyan li seranserî cîhanê dikarin daxwazê ji me bikin ku şandiyekî diyar bikin, lê em di wê bawerê de ne, ku ew welat dikarin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Dîrokeke dirêj a Iraqê, xelkê wê derê bi hevre jiyan kiriye.”Nauert destnîşan kir, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi berdewamî Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîkayê Brett McGurk li herêmê ye û li gel berpirsên Bexda û Hewlêrê hevdîtinan dike û da xuyakirin: “Wezîr Tillerson heftêya derbasbûyî bi rêya telefonê li gel Barzanî û Ebadî axviye, ji ber vê yekê ev dibe piştevaniyeke di astekê bilind de ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Lê em daxwazê ji herdu hikûmetan dikin bi hevre bicivin û krîzên xwe çareser bikin.”Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert got: “Tişta herî dawî ya ez bikarim li ser vê yekê bêjim ev e, ku em guvaşên xwe yên ji bo vekirina firokexaneyan berdewam dikin, ku heta niha girtî ne.”