Amerîka daxwaz ji tirkiye dike Kurdekê Efrînê biparêze

Navenda Çavdêriya Azadiya Olî ya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka daxwaz ji tirkiye dike jiyana niştimaniyekê Krîstiyanê Efrînê rizgar bike ku ji aliyê mîlîşiyayên wê parêzgehê ve bi tometa “Dev jê berdana ji ola xwe” hatiye desteser kirin. Ew niştimaniyê Efrînê navê Rezwan Mihemmede. Li gor daxuyaniyeke rêxistina mafê mirovên Efrînê demeke zêdeye Rezwan û Cenneta hevjîna wî ola xwe ji îslamê ve guherandine û bûne Krîstiyan.

Li gor twitteke komîsyona navdewletî ya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka taybet bi azadiya olî hatiye nivîsîn, jiyana Rezwan li metirsîdaye. Ji aliyen Artêşa Azad ya Sûriyê ve hatiye desteser kirin û tometa “dev jê berdana ji ola xwe” hatiye girtin.

Mihemed li 30 temmûzê bi tometa guhertina ola xwe ji aliyê wan grûpan ve hatiye desteserkirin û li wê demê ve hîç zanyariyekê di derbarê wî de nehatiye zanîn. Li gor zanyariyan qeşe Nîhad Hesen ku xelkê Efrîne û niha li Dêreke Lubnanê ye, Rezwan li binkeya grûpa Feyleqa Şam li Efrîn desteser kiriye. Dibêje: “Egera wê heye bê sêdaredan”.

Nerîna min :