Amerika 100 rojnamevanên Kurdistanê fêrî karê pîşeyî dike

Konsolxaneya Amerika li Hewlêrê ragihand ku Rêxistina Geşepêdana Medeniyetê (The Civil Development Organization (CDO) û Navenda Metro gera dûyema rahênana taybet bi rojnamevanan encamda. Rahênan û fêrkirin ji aliyê Hikumeta Amerîka ve palpiştiya darayî ji bo wê têne kirin û li vê gerê da 24 rojnamevanên ser bi pêkhatan, ewên nîştecihên parêzgeha Dihokê ne beşdarbûn.
Hikumeta Amerîka xweşhale bi pêdana budçeyeke 94 hezar dolarî bi Rêxistina Geşepêdana Medeniyet (CDO) û Navenda Metro û li vê demê da 100 rojnamevanên ser bi pêkhatên li seranserê Herêma Kurdistanê û parêzgeha Kerkûk û Nînowa rahênana pîşeyî werdigrin. Li rêya vê program û rahênanê ve yarmetiya rojnamevanên ser bi pêkhatan tê dayîn ku heta şarezayî di derbarê prensîpên bingehînên karê rojnamevaniyê peydabikin û her wiha yarmetîderê rojnamevanan dibê li pêdana amrazên binyadnana pira peywendiya li navbera xelk û civak û hikumetê.
Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka pabende bi alîkarîkirina hemûyan û li nav wan da jî rêxistinên civaka medenî û pêkhatan heta ku dengên xwe bigihînin.