Polîtîk
Amedînejad hat binçav kirin
Hat îdîa kirin ku ji aliyê şefê İstixbarata Muhafizan yê şoreşa îranê Hüseyin Tayib ve serokomarê Îranê Ahmedînejadê hat binçav kirin.
Li gorî xebera Haberturkê, Şewirmendê Pentagonê û wezîfedarê Teşkîlata navenda Xebergirtin (CIA) yê berê ku navê Riza Halîlî bikartîne, îdîa kir ku Mûhafizên Şoreşger di duşema borî de pêşîya konvoya Ahmedînejad girt û bi zorê birin ba Tayîb.
Halîli îdîa kir ku , Ahmedînejad dixwaze cihê xwe bide alîkarê xwe Îsfendîyar Rahîm Meşaî. Ji ber vê yekê ji Ayetullah Alî Hamaney ku naxwaze Meşai bibe serokkomar , şantaj dike.