Cîhan
Almanyayê êrîşên mûşekî yên ser Hewlêrê şermezar kir
Almanyayê êrîşên mûşekên balîstîk ên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê yên li ser bajarê Hewlêrê bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniya platforma medya civakî X a Wezareta Karên Derva ya Almanyayê de hat diyarkirin ku bi van êrîşan yekparebûna axa Iraqê binpê dikin û îstiqrara hemû herêmê dixe xeterê. Di daxuyaniyê de “Em van êrîşên bêberpirsiyarî yên Îranê bi tundî şermezar dikin” hat gotin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wan hevxemiya xwe ji xizmên qurbaniyan re anîne zimên.
Di daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku di encama êrişên Artêşa Pasdarên Îranê yên bi mûşekên balîstîk ên li ser gelek cihên Hewlêrê de, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne.