Civak

Mesûd Barzanî: Sebra me sînorek heye

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Serok Mesûd Barzanî di derbarê êrîşên mûşekî yên li ser Hewlêrê de daxuyaniyek da.  

Barzanî diyar kir ku Hewlêr ji sala 2020an û vir ve gelek caran bûye hedefa êrîşên Pasdarên Şoreşa Îranê û hêzên alîgirên wê û got: “Ev êrîş neheqiyek eşkere ya li dijî gelê Kurdistanê ye. Kesên ku ev tawan kirine û yên li pişt êrîşên li ser Hewlêrê jî baş dizanin ku buxtan û hincetên wan bê bingeh in. Ji bo nixumandina pirsgirêkên xwe vê êrîş û zilmê li Hewlêr û gelê Kurdistanê dikin”. 

Serok Barzanî bi berdewamî got: “Sebra me sînorek heye. Şeva borî di êrîş û tawanên wan ên dawî de li Hewlêrê malbatek bêguneh qetil kirin, ku em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Gûman nîne ku ev êrîş ne cesaret û ne jî mêrxasî ye, ev şermek mezin e”.

 Barzanî di berdewamiya axavtina xwe de got: “Ez dixwazim we piştrast bikim ku hincetên êrîşkeran ji bo tawanên ku li dijî Hewlêr û gelê Kurdistanê kirine, ti bingeh nînin û dûrî rastiyê ne“.  

Barzanî diyar kir ku divê êdî em li hemberî êrîşan bêdeng nemînin û got: “Peyama min ji bo berpirsyarên êrîşên mûşekî û balafirên bê mirov ên Îranê ev e; ji bo we ne serbilindî ye ku jin, zarok û sivîlên me şehîd dibin. Hûn dikarin me bikujin, lê piştrast bin ku hûn nikarin vîna me ji holê rakin”.

Back to top button