BedirxanCîhanPolîtîk

Almanya:Di demek nêzîk de Kurdistan ji bo sermayerazandinê dibe cîyek minasib

Nêçîrvan  Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê,  li  Hewlêrê, pêşwazî li Mark Ayîşhorn  konsulê giştiyê yê nû yê Almaniyayê li herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.Di civînekê de, Ayîşhorn kêfxweşiya xwe bi dîdara digel serokwezîrê herêma Kurdistanê diyar kir û behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Almaniyayê kir û tekîd kir ku welatê wî hewil daye di hemû qonaxan de hevkariya herêma Kurdistanê bike, bi taybetî di şerê dijî terorê de ku pêşmergeyê Kurdistanê kariye bi mêrxasî rûbirûyê rêxistina terorîstiya DAÎŞ bibe û berdwam êrîşên terorîstan têkbişkîne û hemû cîhanê ji wê metirsiyê dûr bixe, û vê yekê jî wisa kir ku Almaniya biryarerke nû di dîroka xwe de bide  ku alîkariyên leşkeî bo derveyî sînorê Almaniyayê binêre û ew hevkarî dê bedewam bin.Sefîrê nû yê Almaniyayê got ku tîma leşerên Almaniyayê berdeamin li ser meşiq û rahînana pêşmerge û ew tîm bi asta bilinda pêşmergeyê Kurdistanê li meydana meşiq û rahînanê kêfxweş e.Di civînê de behsa rewşa êkonomiya herêma Kurdistanê hat kirin û sefîrê Almaniyayê got ku,di demek nêzîk de dê herêma Kurdistanê ji bona sermayerazandinê bibe cîyek minasib û ew dê rewşa herêma Kurdistanê  ji kompanî û sermayedarên almanyayî re zelal bikin daku karên berhemanînê li herêma Kurdistanê bikin.Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li sefîrê nû yê Almaniyayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera her du aliyan de kir.Ji bo wê biryara biwêrane ya hinartina hevkariyên leşkerî bo pêşmergeyê Kurdistanê, û bi taybetî hinartina  wî çekê bi bandor tesîreke raste raset li ser meydana cengê hebû û ew çek bo sedema daketina terazûya hêzê di berjewendiya pêşmerheyê Kurdistanê de, serokwzîr sipasiya hikûmeta Almaniyayê kir.Rewşa herêma Kurdistanê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê di civînê de hatin gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî amadehiya xwe ji bo serdana Bexdayê û çareserkirina tev pirsgirêkan bi diyalog û danûstinanê diyar kir. 

Back to top button