Civak

Alîkariya koçberên rojavayê Kurdistanê hat kirin

Bi minasebeta cejna Remezanê dezgehê xêrxaziyê yê Barzanî alîkariya koçberên kurdên rojavayê Kurdistanê ku, li kampên Dumîs û Muqbilê ser bi parêzgeha Duhokê ve akincî ne, kir.

Li gor cîgirê rêvebirê dezgehê xêrxaziyê Barzanî, ji bo her serxêzanekê 200 dolar û ji bo her zarokek jî 50 dolar weke alîkariya cejê ji wan malbatan re hat kirin.

Mûsa Ehmed cîgirê rêvebirê dezgehê xêrxaziyê Barzanî ji rojnameya War re got: Bi menasebeta cejna Remezanê saziya me alîkariya 212 malbatê kurdên rojavayê Kurdistanê ku, li kampên Dumîs û Muqbilê ser bi parêgeha Duhokê ve akincî ne, kir. Herwesa alîkariya 25-28 zigordyan jî hat kirin.
Ehmed got jî ku dezgehê xêrxaziyê Barzanî di hemû minasebetên olî û netewî de alîkariya malbatên hejarên herêma Kurdistanê û koçberan dike û ” Me di meha Remezanê de alîkariya pêtir ji 2700 malbatên hejar li herêma Kurdistanê kir.”

Weke tê zanî ji ber bûyerên adara sala 2004ê ku kurdên rojavayê Kurdistanê li dijî rijêma Sûriyeyê serhilda û hijmareke ji malbatên kurd ji tirsa girtin, îşkenceyê û kuştinê ber bi herêma Kurdistanê ve koçbar bûn li parêzgeha Duhokê ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatin akincî kirin.

Back to top button