Cîhan

Alî Karadagî bû Serokê Yekîtiya Alimên Misliman ên Cîhanê

Di hilbijartina 6 emîn Lijneya Giştî ya Yekîtiya Alimên Misilman ên Cîhanê de alimê Kurd Elî Muhyedîn el-Qeredagi wek serokê nû hat hilbijartin.

Di 07.01.2024an de 6 emîn Civîna Giştî ya Yekîtiya Cîhanî ya Alimên Misilman li Dohaya paytexta Qeterê bi peşdariya zêdetirî 2 hezar alim, bîrmend û akademîsyenên zêdetir ji 80 welatan hat lidarxistin. Di hilbijartinê de Karadagi ji sedî 91ê dengan wergirt û wek Serokê Yekîtiya Alimên Misliman ên Cîhanê hat hilbijartin.

Ali Karadaği di 1ê Tîrmeha 1949-an de li herêma Karadağ li parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye. Wî di sala 1969an de Enstîtuya Islamî qedand û li herêmê bû yekemîn mezûnê Enstîtuyê. Di sala 1970 de bi erêkirina gelek mamosteyan destûra xwendina zanistên îslamî wergirt. Di sala 1975an de li ser Kütüb-i Sitte xwend û di vî warî de destûr wergirt.  Di sala 1980 de bawernameya masterê li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha El Ezherê wergirt.

Karadagi yê ku di sala 2004an de bi komek aliman re Yekîtiya Alimên Misliman ên Cîhanê ava kir, di sala 2011an de wek sekreterê giştî yê yekîtiyê dest bi xebatê kir. Çend pirtûkên Karadagî, ku ji 100î zêdetir lêkolînên zanistî û zêdeyî 20 pirtûk û mafên çapkirinê hene, bi Kurdî û zimanên din hatine wergerandin.

Back to top button