Polîtîk

Navenda Vîzeya Fransayê li Hewlêrê hat vekirin

Ji bo hêsankirina dayîna vîzeyê ji bo hemwelatî, geştiyar û sermayedarên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, li Hewlêrê Navenda Vîzeya Fransayê hat vekirin.

Li Hewlêrê merasîma ku Konsûlê Giştî yê Fransa Jan Braim, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û berpirsên konsulxaneyê amade bûn, vekirina Navenda Vîzeya Fransayê hat lidarxistin.

 Jan Braim di axaftina xwe ya di merasîmê de got: “Armanca Konsolosxaneya Fransa ya li Hewlêrê ev e ku zêdetir geştyar, karsaz, xwendekar û sermayedaran bikişîne welatê me. Ji ber ku ew hatina mirovan bo Fransayê hêsantir dike karê navenda vîzeyê ji bo me pir girîng e “. 

Braîm diyar kir ku navend li 80 welatên cuda xizmetê dide û destnîşan kir ku navend gelek armancên wê yên wek hêsankirina muzakereyên vîzeyê û serlêdanên vîzeyê hene.  

Sefîn Dizeyî jî diyar kir ku vekirina navendê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê derfetek mezin e ku biçin derve û bi hêsanî vegerin. Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Dizeyî ragihand ku “ev navendek fermî ye û welatî tenê dikarin li vir daxwaza vîzeyê bikin“.

Back to top button