Kultur

Albuma Delîl Dîlanar “Dengbêjname-1”

Albuma Delîl Dîlanar “Dengbêjname-1” bi etîketa PEL Recordsê derket.Bihara ku Pel Recordsê bi hunermendên hoste yên muzîka kurdî ve dabû destpêkirin bi al-buma “Dengbêjname” a denbêjê nivşê nû DelîlDîlanar re berdewam dike.Strana klasîk a dengbêjê bi nav û deng Şakiro “Nêçirvano“navê xwe dabû albuma yekem aDelîl Dîlanar. Rêze albumên Delîl Dîlanar bi navê kilamên “Serayê” û “Zerîyê” ên dengbêjênhoste Reso û Şeroyê Biro berdewam kir.Li gel van albuman, Delîl Dîlanar albumeke „dîyarikirinê“ ji bo apê xwe, dengbêjî navdar a liherêma Serhedê tê hezkirin Husenê Muşî derxist.Dengbêjname albuma pêncemîn a rêwitîya hunerîya DelîlDîlaner e û ji 11 kilamên ji hevgiranbihatir pêk tê. 11 kilam jî kilamên gelêrî ne, çavkanîyên 6 kilaman tê zanîn.Delîl Dîlanar bi “Dengbêjname-1” kevneşopa kilamên dengbêjîyê ku çavkanîya serpêhatîyênsedsalan e, didomîne.Hin kilamên ku di albumên din ên DelîlDîlanar de hatinê gotin ji nû ve û bişêwazeke din têgotin. Ji van kilaman yek; kilama dengbêjê gewre Şakiro ku navê Serhedê di dîroka dengbêjîyê de nivîsandîye, “Serayê” ye. Bestekarên vê kilama bêhempa û beste karên strana ku çavkanîya wê Radyoya Erîvanê ye, “Qasimo” Hakan akay û Delîl Dilanar in.Kilama dengbêjê herêma Serhedê Ezîz “Delalo” jî besteya hevpar a Hakan Akay û DelîlDîlanar e.Di albumê de stranên ku besteyên wan ji alîyê Hakan Akay ve hatine çêkirin; kilama dengbêjHuseyno “Şerê Tarxan”, “Zerîyê” û kilama dengbêjê ji herêma Serhedê ŞeroyêBiro“Nêcirvano” ne.Gotin û besteya kilama herêma Serhedê “Evdalo” gelêrî ne. Çavkanîya kilamên “Şevavê”û”Dilo”Şeroyê Biro ye. Çavkanîya destana navdar a êzîdiyan “Dewreşê Evdî”dengbêj Seydo ye.Kilama herêma Serhedê “Metê”jî ya ŞebabêEgît e.Pel Records xizmetkirina muzîk û çanda kurdî ji xwe re kirîye armanc û bi hunermendênhoste ên muzika kurdî re “bihara muzîka kurdî” da destpêkirin. Aranjorê“Denbêjname 1”Hakan Akay e.Album derket! Niha li platformên dîjîtal peyda dibe. Di demêk nêzîk de muzîkfîroşan ê.

Back to top button