Min  nevêt li ser dîroka peydabûna alay dûvçûnê bikem, kanê kengî û boçî hide mirov giringîyê pê diden, çunku ewe mirov li ser rûwiyê vê stêrê peydabûyî bo cuda bûna xwe ji yê dî ala hildane û bi rengek wesan hûr reng hilbjartine ku li gel gêwlê tevayî bi goncît û derbirînê ji biha û nirxên wê komê biket. Ji ber hindê dibînîn her milletkî alayek heye û li cihên bilind û li ser dezgehên dewletê tê hilawîstin û di rojên netewî da b rêzgirtinek bê wêne bilind dken û her wesan bi sedemên xemgîn jî alay hinekî di hînin xar bo rêzgirtinê anku şînî gêranê wekû dî bo bilind ragirtina alay her tşt dihêt mezaxtin û bilindiya alay, bilndiya rûmeta netewaye û seydayê Cigerxwîn dibêjît:

Ala rengîn pîroz î xweş
te hildigirm, diçim bi meş….
Anku bo bilind ragirtina alay tev pîrozî dibin qorban, lê eger kesanek bihêt û li welatê xwe alayê netewek din bilind biket yan jî bibêjît:  xala hev pişka meye! me eve nebihîstiye û ne jî di çi pirtûkên dîrokê da xandiye, belê li def hindek Kurdan her tişt asayî ye û alayê dagîrkerên xwe bi yê xwe dizanît û weke xala hevpişka nirxên xwe û dagîrkeran dizanît!! Eve ji efrandina kurdan e û gereke biçît di nav pirtûka hinêriya Gîtsî da, çunku li çi cihekî vê cîhanê kesekî wenegotiye û rû nedaye û tenê li Kurdistana me nebît, ji ber hindî divêt biçîte di nav wê pirtûkê da.

Me got ala sembola netewan e û her netewek î alayek heye û me Kurdan jî alayê xwe heye û bawer nakem alayê welatekî weke yê me Kurdan çîrokeka pirî xem hebît û ji vî destî bo destê he çûbît, heta geheştiye me û evro li bilindtirîn avahî li Hewlêr a paytext bi kepî biiilnd dihejît ku perlemanê Kurdistanê ye.

Dûhî amed jî bi alayê Kurdistanê hatibû xemlandin û cihê alayê dagîrkera nehêlabû û her jiber hindê jî serok wezîrê tirk Receb Teyb Erdogan bi bersiv hat û gazinde kir, kanê boçî ala turkî li Amaedê nehate hildan!

Her nehildana wî alay bersivek bê girove bo serok wezîrê tirk kû cihê alayê dagîrkeran çi caran li nav milletan da nîne! belê dîsa mirov li wî nagirît û her eve ji wî dihêt çaverêkirin lê Kurdek gazinda biket ji nehildana wî alayê Kurd li bin hatîne bihujand in û cînûsayd kirin û heta evro jî berdwam in li ser wê siyaseta çepel, cihê kovan û xemê ye. Belê hêj agirê newroza Amedê nevemirî û kela dilên daykên Şehîdan bi hildana alayê pîroz hêwr nebûyî Osman Baydemîr ê serokê bajêrvaniya Amedê rexna serok wezîrê tirk kû li Amadiyan girtibû bi sedema hilnedana wî alayê li bin sîbera wî şoreşa Şêx Seîdî û şoreşa Agirî û Dêrsim hatîne ji navbirin û komkojiya geliyê Zîlan û sorgonkirina bab û kalên Amediyan li bin hatibû kirin, bi bersiv hat û got:
(Ev daxwaziya Erdoganî gelek girînge. Ez vê yekê wek daxwaziyek me ya hevbeş dibînim. Ez behsa ala tirkî dikim hûn ji kîjan Kurdekî bi pirsin, ew vê alê wek nirxek hevbeş dibîne. Ji  malpera rojevaKurd hatiye wergirtin. 22.03.2013)

Ma xudan ê vê dîd û gotinê mafê wî nîne bikevîte nav pirtûka Gîtsî da!
Raste nuke pirosesa aştiyê dest pêkiriye, belê her wekî caran bêyî kû kesek bizanît çi di nav bera serokê PKKê Abidûlla Ocelanî û serokê hewalgîriya tirkî rûdaye! Bo em pirsa nakeyn û hema zû ser germ dibîn û ma eve her ew kes nebûn dgotin Kurdistan mezin û dewleta Kurdî û nizanim çi û çi û ji bo vê doza pîroz çend gencên Kurd xwe kirine qorban û ser b hîvî yên xwe venaye û di gorên pîrozên xwe da li benda bihîstina mizgîniya dewleta Kurdistanê eh! Hûsan dê qerên wan gencan hête dan! Me û alayê tirkan çi girêdan heye ji bilî cînûsayd û bohjandin û vegohastin û hejarkirin û bi talan birina hemû pîroziyên me! Ma dewleta tirkan çi li Kurdistanê avakiriye, heta Erdogan mafî bidet xwe û bêjît: ka ala me… lê Amedî û gelê Kurd bersiva Erdoganî naden û li benda kesekî jî nîn kû li cay wan biaxvît û bersiva Amediyan û gelê Kurd ya diyare, ew jî ji nûke û wêve dê bo Erdoganî û hemû dagîrkerên Kurdistanê û Baydemîran bîte kul û mereq kû rojekê alayê wan bi dilxweşî li bihosteka axa Kurdistanê bihêt hildan. Bo Baydemîran jî eger ji torebûna xwe beramberî nehildana alayê dewleta tirk a dagîrker li Amedê sedemên kû deleta tirk gehandiye wê bawerê ku li gel Kurdan rûnîte xarê ji bîrê birbin, dixazim pêvajûya vê pirosesê hinekî rohin bikem:

Eve demekî dirêje axftin li ser pirosesa aştiyê li bakûrê Kurdistanê dihêt kirin û tev aliyên Kurdan bûne piştevanên vê pirosesê û hewlên serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û her wesa hewlên serokê komara Îraqê Mam Celal î û gelek xêrxazên din di vî biyavî da diberçavin. Herçende bizava rizgarîxaza Kurdistanî li bakûrê welatî her heyam heyam agirbestên êk layane ragehandine, lê li ser kevrê di xwe da avayê dewleta tirk tev maye pûç derkeftine û dewleta tirk ev yek bi bêhêzî li qelem daye û her li ser siyaseta nepejrandin û bihojandina Kurdan ya berdewam bû. Bizava azadîxaza Kurdî bi agirbestên êk layen bi tinê ranewestaye belkû serbazên kû di şerî da dîl girtbûn jî bê beramber berdane û tinê bo diyarkirina niyazpakiya xwe û rijdiya pirojê bi diyalogê û aştiyane dê pirsa Kurdî li tirkiya hête çareserkirin!

Di vê pêvajûya dem dirêj da dewleta tirkî çi pêngavên micid nehavêtine û tinê her gotinên hingvkirî û sozên xav û li bîvan geriyane, belê dirûust bûna hikûmeta herêmê û xwe ragirtina wê di vê deriya nehezan da û herwesan seqamgîriya armî û asayşa herêmê û vejîna rewşa abûrî, hemû nexş û pîlangêriya tirkiya û dewletên Kurdistan dagîrkirî ber av da birin û ev renge xweseriye bo her Kurdekî bû cihê keyfxweşî û piştevaniyê û herwesa nexşe rê bo çareserkirina pirsa Kurdî.

Li ber çavgirtina rewşa siyasiya herêma Kurdistanê û berxwedana gelê Kurd li bakûrê Kurdistanê û pêşengên wê yên siyasî ziyana mezn a abûrî bi dewleta tirkî keft ji encamê şoreşa Kurdên bakûr ku ew ziyan geheştiye 500000 hezar mliyar dûlaran û j bilî tîka keftiye nav civaka tirkî ku êdî di şiyanên wan da nemaye berga vê ziyanê biken, jiber hindê dewleta tirk neçar maye rêka aştîê bigirît herçende li dil da bawerî bi vê pirosê nîne.

 Mihemed Çelkî

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: