Civak
Ala Kurdistanê sembola yekbûnê ye
Serok Barzanî bi minasebeta roja Ala Kurdistanê peyamek ji bo Raya Giştî Kurdistanî ragihand.
Peyama Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta roja ala Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû hemwelatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim. Ala Kurdistanê hêmaya yekgirtin, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.
Li vê roja pîroz da tekez li ser peyama aştî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikîn û hezaran silav li giyanê pakê wan şehîdan ku bi navê ala pîroza Kurdistanê canê xwe gorî kirin.
Bijî Kurd bijî Kurdistan.
Mesûd Barzanî
17.12.2019