Serok Barzanî bi minasebeta Roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir û got: Di sîbera vê alê de, em hemû serbilind in.
Serok Barzanî bi minasebeta Roja Ala Kurdistanê germtirîn pîrozbahî arasteyî malbatên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Ala Kurdistanê hêmaya azadîxwazî û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye û ji bo wê xwîn û qurbaniyên mezin dane. Ala Kurdistanê nirxekî hevpar û sembola yekîtiya neteweya me ye. Ev al milkê welatiyên Kurdistanê ne û ji bilî hebûna bîr û baweriyên cuda, di jêr vê alê de em hemû serbilind in û xwedî şanazî û nasname ne. Di roja Ala Kurdistanê de pêdagiriyê li peyama aştîxwazane û pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin.”
Barzani di dawiya peyama xwe de dibêje: “Bi hezar silav li giyanê pak ê wan şehîdên ku ji bo ala Kurdistanê giyanê xwe feda kirine.”