Nivîsar

Ala Kurdistanê li Îranê!

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo rewrisma sundxwarina serokê Îranê yê nû Îbrahîm Reîsî serdana Tehranê kir û tevlî rewrisma sundxwarina Reisî bû. Nêçîrvan Barzanî bi sedema minasebetên cuda gelek cara wek serokwezîrê Kurdistanê serdana Îranê kiriye. Lê di vê serdanê de bi awayek cuda hate pêşwazî kirin. Nêçîrvan Barzanî bi protokola serokkomareke welatek serbixwe hate pêşwazî kirin. Ev cara yekeme ku li Îranê serokê herêma Kurdistanê tenê bi ala Kurdistan û ya wî welatî tê pêşwazîkirin.

Tê zanin ku her carê di hevdîtinên fermî de, ala Kurdistanê û ala Iraqê bi hevre tê danîn. Lê vê carê Îranê ala Iraqê dananî û tenê ala Kurdistanê di pêşwazikirina serokê herêma Kurdistanê de hebû.

Bê guman ev yek bû babeteka girîng a gotubêja, gelek pisporên siyasî bi awayên cuda ev yek nirxandin. Lê Îranê ev yek ji bo çi kir, xwest peyamna bide kî,baş nayê zanîn. Lê Îran siyasetek li gora xwe akilane rêve dibe û dema ewlehiya welatê wan di rojevê de gelek bi hesasî tevdigere.

Îran bi tundî li himber referanduma serxwebûna Kurdistanê helwest wergirt û milîsên Îranî mildan milê Heşda Şeibî li dijê Kurdia li başûrê Kurdistanê şerên giran kirin. Herweha tê Zanin ku Îran ji derveyê herêma Kurdistanê dijê bilindkirina Ala Kurdistanê bû. Dema niha bê ku ala Iraqê bilindbike, bilindkirina ala Kurdistanê bivê nevê dibe sedemê nirxandina û gelek şiroveyan jî.

Li welatên din rakirina Ala Kurdistanê bi serê xwe li gora dilê her kurdekiye. Kurd hemû hêvî dikin ku rojeki ev Al  li her derî wek sembola welatek serbixwe bilind bibe. Di vê qonaxê de mimkine hinek welat û taybetî welatên cîranê Kurdistanê yanî welatên dagirker ji bo berjewendiyên xwe jî van helwestan dem bi dem bidin nîşandan.

Rastiyek heye ku Îran li herêmê menewrayên siyasî baş dizane û her demî di siyaseta Rojhilata Navî de rolek vekirî dileyze û leyiztikvanek baş e.

Lê gerek bê qebûlkirin siyaseta serokê herêma Kurdistanê ya Kurdistanî û niştimanperwerî dikarê di pêşerojê de gelek deriyên ku jiyanek azad ji bo Kurdistanê ronî bike veke.

İsrarkirin û siyaseta biryardar a di rêya dewletxaziyê de, dê her rojekî bigihe armanca xwe ya pîroz.

Analîz/rojevakurd

Back to top button