Nivîsar

AKPê wek pelên dara pehîzê ye

Ak Partiyê di derbarê serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu hewlda biryara ji partiyê dûrxistinê bide. Lê Davutoglu nema hêviya biryara dezgehê Disîplînê yê AKPê û konferansek rojnemevaniyê de ji AKPê îstifa kir. Davutoglu da xûyakirin ku, tu kes nikare me dûrbêxwe em bi xwe diçin.

Di heman civînê de Davutoglu da xûyakirin ku ewê dest bi avakirina Tevgerek nû bikin. Piştî îstifa Davutoglu gelek siyasetmedarên ku di nava AKPê de berpirsiyarî û parlementerî kirîn ji bo hevalbendiya Davutoglu ji partiya xwe îstifa kirin. Roj bi roj hijmara kesên ku ji AKPê vediqetin gelektir dibe. Bê guman yên ji AKPê îstifa dikin hemû ji bo avakirina partiyek nû li gel Davutoglu tevdigerin.

Ji aliyek din cardin bi pişgiriya serokkomarê berê Abdullah Gul , wezîrê berê Ali Babacan jî da xûyakirin ku dê nava 3 mehan de partiyekî damezirînin.

Ev hemû ji AKPê vedikişin û pêvajoyek nû didin pêşiya AKPê. Ew kesayetên ku Erdogan li gel wan AKP damizirandî û demek dirêj li gel wan siyeset kirî, yek bi yek diçin bi gotinek din AKP wek dara pehîzê pelên xwe diweşîne.

Ev rewşa AKPê, Tirkiye ber bi pêvajoyek nû ve dibe. Ihtimalek mezin hilbijartinekî de desthilat tê guhertin.

Piştî sistema rêveberiya Tirkiye hat guhertin û sistema serokkomariyê di dewsa sistema berê de hate danîn, Erdogan û partiya wî jî ber biguhertinekî ve çû. Erdogan ji dezgehan behtir wek serokek bi tenê tevgeriya, ji partiyê behtir girîngî da malbatiyê û hinek kesên ku ne serkeftî kirin xwedî erk û rêveberî radestî wan kir.

Grubek taybet di nava AKPê de peyda bû. Ji Erdogan wek Reîs bi nav kirin. Tenê wesfên Erdogan dan, gelek kesayetên bikaribin Erdogan rexne bikin kirin armanca êrîşên xwe yên ne rast. Medya AKPê di destê wan de bû . Ew tenê ji bo dilê Erdogan xweş bikin diaxêvin û dijitiya xelkek din dikin. Rolê vê gurubê di paşketina AKPê de berbişav derket holê.

Ji aliyek din ve hevkariya AKPê li gel partiyek wek MHPê, Erdogan ji lîberalizmê dûr xist û ber bi qewmiyetbûnê ve bir. Piraniya cihan de siyaseta MHPê hate rêvebirin. Bi awayek din MHP hêdî hêdî serê AKPê û Erdogan dixwe.

Rêyek tenê heye ku ihtimala AKPê ji vê têkçûnê xilas bibe dertêxe holê. Eger AKP li xwe vegere, xeletiyên ku têne kirin bibîne û di nava xwe de cardin aşitiyekî peyda bike û Erdogan gotarên xwe yên qewmî biguherê. Lê dixweyê pêvajoya ku AKPê ketiyê zehmete ku şûnve vegere.

Niha pirsa herî mezin ewe ku bedîlê AKPê li Tirkiye kîye? Yan dê CHP û hevalbendên wê bin, yan ev herdu partiyên ku tên avakirin li gel CHPê û aliyên din bi hevkariyekî peyda bikin da ku bibin bedil. Yan jî cardin hinek ji van aliyan li gel AKPê dimîne desthilatê de.Ev pirs gelek cihê gotubêjek zanyariye. Lê rewşa Tirkiye jî rojane dikare bê guhertin, ji ber ku istiqrara siyasî ne bi hêz e.

Nûçe/analîz

Back to top button