CivakRojev

Akincî: Hêvî dikim 2022 bibe sala tifaqa Kurda li ser bingehêk netewî..

Serokê giştî yê Partiya Demokrat a Kurd Reşît Akinci bi minasebeta sersalê daxûyaniyek ji bi Raya Giştî ragihand.

Ev deqê Daxêyaniyê ye:

Her sala nû hêviyekî li gel xwe tîne. Hêviya me ya herî mezin ewe ku sala 2022ê ji bo miletê Kurd bibe sala destekftiyan netewî û xweşîyê.

Tu kes wek gelê Kurd ne hevceyê demokrasiyê û wekheviyê ye. Lê mixabin em dibînin ku îro miletê me ji hemû mafên xwe yên rewa pê behre û ji bo destxistina mafên rewa di pêvajoyek gelek nexweş de derbas dibe.

Li bakurê Kurdistanê, partiyên bi navê Kurda tevdigerin piraniya wan ne ji bo destxistina mafên rewa yên gelê Kurd tevdigerin. Ji bo vê yekê em wek Partiya Demokrat a Kurd, hewldidin ku di hemû xebata xwe de berjewendiyên netewî li ser her tiştekî re bigrin û ji bo mafê miletê xwe bi metodên demokratik û rêyên diyalogê xebata xwe bighînin asta herî bilind.

Ji bo me Kurda platforfek netewî pêwiste û divê tevgerên Kurd ku, xwe li ser xetek netewî didin nasandin destbidin hev û di bin banek netewî de platformek hevbeş ava bikin. Di vî warî de çi bikeve li ser milê me, em amadene û em dixwazin Kurd bi hevre û mil bidin milê hev li ser pirensibên netewî û demokratîk werin ba hev û ji bo destxistina mafên rewa kar û xebatê bikin.

Hêviya me ewe ku,sala 2022ê bibe sala yekgirtin û Tifaqek a Kurda li ser bingehek netewî û demokratîk.

Em bi hizrek netewî sala 2022ê li gelê Kurd pîroz dikin û hêvî dikin ku sala 2022ê bibe sala xweşîyê ji bo hemû cihanê û mirovatiyê.

31.12.2022

Partiya Demokrata Kurd(PDK)

Serokê Giştî

Reşît Akinci

Back to top button