Agirbesta Xezeyê dest pê dike

Agirbesta li Xezeyê bi awayekî fermî dest pê kir piştî ku Hamas navên sê dîlên Îsraîlî ku ew ê azad bike eşkere kir. Berdevkê Hamasê Ebû Ubeyda ragihand ku rehîneyên ku dê îro saet 17:00’an bên berdan Romy Gonen, Emily Damari û Doron Shtenber Khir in. Li aliyê din li gorî lihevkirinê dê di nava 7 rojan de 4 dîlên din bên berdan.
Agirbesta ku cîhan bi kelecanek li benda wê bû, ji ber krîza lîsteya rehîneyan bi 2 saet û 45 deqeyan dereng dest pê kir.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu bi hinceta ku lîsteya rehîneyan nehatiye teslîmkirin dîsa dest bi êrîşên li ser Xezeyê kir û di bombebarana dijwar de herî kêm 9 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Piştî ku Hamasê ragihand ku navên 3 dîlên ku hatine berdan Romy Gonen (24), Emily Damari (28) û Doron Shtenber Khir (31) in û lîste radestî Îsraîlê kirin, alozî hat çareserkirin û agirbesta çaverêkirî di saetên dawî de dest pê kir.