Civak

Agir girt sinorê Bakur û Rojava

Di navbera Sinorê Kurdistana Bakur û Rojava de agir li devera nezikî Misêrbînê ket û di demek kurt de agir gelek geş bû.

Agir gihat devera mayîn kirî û bi dehan mayîn ji germiya agir teqiya. Heta demekî kesekî midaxeleyî agir nekir û qada ku agir pê ketî gelek berfireh bû. Bi teqîna mayinan gelê bajarê Misirbînê gelek tirsiyan û heta demekî kesekî ne dizanî ew teqîn ji kûve tê. Lê piştre hate fam kirin ku mayînên li sinor hatîn çandin diteqin.

Ji ber ku havîne û erd gelek ziwaye pêtên agir zû berfireh bû. Heta berê sibehê berdewam kir. Dawiyê li aliyê bakur askeriyê midaxele kir û agir vemirandin.

 

Back to top button