CivakRojev

Agir bi xanî ket,bav û du zarok şewitîn

Li bakurê Kurdistanê bajarê Agiriyê agir bi xaniyekî ket û babek û du zarokên wî jiyana xwe ji dest dan.Herweha dê û du zarok jî bi giranî birîndarin.Li agiriyê taxa Abide avahiyek du qet şewitî.

Xwediyê malê ozgur Firat bi şewatê hesiya û hevjîna xwe du zarok ji xanî derxistin. Bav ji bo herdu zarokên ku mayin di xani de xilas bike cardin vegeriya xanî,vê care nekarî ji nava pêtên agir xwe û zarokên xwe xilas bike, bav û du zarok şewitin û jiyana xwe ji dest dan.

Dayika male û du zarokên wê, ji bo birînên wan rêkirin nexweşxaneya Erzorumê.

Back to top button