CîhanRojev

Abit Gurses koça dawî kir!

Mixabin Abit Gurses îro berê sibehê li paytextê swed li Stockholmê koça dawî kir. Abit Gurses ji ciwaniya xwe heta roja koça dawî kirî, tekoşîna xwe ji bo azadiya miletê Kurd û herweha ji bo dewletbûna Kurda berdewam kir. Abit(Evdo) bi salan di nava refên tevgera Rizgarî de xebitî û karmendek bingehîn yê rojnemeya Kurdistan Pressê bû.

Abit demekî de di nava refên PDK Hevkari de cih girt û xebata xwe ya niştimanperwerî berdewam kir. Evdo dem dema ji Rojevakurd re jî dinivîsî û dîtinên xwe digihandin raya giştî ya Kurdistanê.

Her kesê ku Evdo naskirî dizanê ku, ew çikas Kurdek dilşewatê welatê xwe bû. A bit encama nexweşîya peceşêrê ji nav me bar kir. Heta dema nexweşîya xwe de jî bi awayekî rojeva siyasî dişopand û pêşniyarên xwe digihandin raya giştî.

Bê guman kesayetek wek Abit ji bo tevgera azadixwaz a Kurdistanê windabûnek mezin e.

 Abit zewicî bû, xwediyê du kuran bû.

Em wek karmendên rojevakurd sersaxiyê ji berî hertiştekî xanima wî Henderîn û kurên wî Mîran û Goran re dixwazin. Bila serê malbata wî kes û karên wî û herweha heval û hogiran saxbe. Cihê wî biheşt be. 

Back to top button