Abdulmelik Fırat hate bibîranîn
Nevîyê rêberê kurdan Şêx Seîd û siyasetvanê kurd Abdulmelik Fırat, di salvegera mirina xwe de hate bibîranîn.
Merasimek bi minasebeta yekemîn salvegera mirina Abdulmelik Fırat ku par ji ber nexweşiya tengnefesiyê di temenê 75 saliyê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser qebra wî li gundê Kolhisarê yê ser bi navçeya Xinisê ya Erzurumê hate sazkirin.
Li gorî nûçeya CHAyê, di merasimê de, Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) Bayram Bozyel, serokên navçeyan û zarok û xizmên Fırat amade bûn
Bozyel ragihand, roja înê li Diyarbekirê merasimeke berfireh ji bo salvegera mirina Fırat dê bê lidarxistin.
Fırat sala 1934ê li Erzurumê ji dayîk bûye û malbata wî sala 1935ê hatine surgunkirin. Fırat gelek caran bibû parlamenter û ji ber sedemên curecur hatibû girtin û sala 2002ê HAKPAR ava kiribû.