Cîhan

Têkeliyên bazirganî navbera Hewlêr û Romayê

Li Romaya paytexta Îtalyayê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ji aliyê Adolfo Orso wezîrê bazirganiya Îtalya ve hate pêşwazî kirin. Di hevdîtinê de ku cîgirê wezîr jî amade bû, behsa pêwendiyên bazirganî û aboriyên di navbera herêma Kurdistan û Îtalyayê de hate kirin.

Wezîrê bazirganiya Îtalya girîngiya welatê xwe ya bo herêma Kurdistanê û ew pêşketinên di hemû aliyan de  li Kurdistanê  hatine holê dûpat kir û hêvî jî xwest ew pêwendiya bazirganî û aboriyên di navbera her du aliyan da hene berfirehtir û berev pêştir biçin.

Her wiha di hevdîtinê de serok Barzanî rewşa giştiya Îraqê û pirsên germên di rojeva siyasiya welêt de şîrovekirin. Sebaret bi herêma Kurdistanê jî, serok Barzanî behsa wê aramî û proseya avadaniyê kir ya ku li herêmê de heye û amadehiyê jî ji bo hêsankarî û piştgirîkirina hevkarî û hemahengiya bi Îtaliyayê ra dûpat kir.

Her di vê hevdîtinê de wezîrê Bazirganiya Îtalya ku berê serdana herêma Kurdistanê jî kiriye, bi rêya serok Barzanî, bi minasebeta vekirina ofîsa nûnerayetiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Romayê, pîrozbahî li herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve, serok Barzanî hêvî xwest ku Îtalya jî konsolxaneya xwe li herêma Kurdistanê veke ku dê xizmeta  berjewendiyên her du aliyan bike.

Back to top button