Para Iraq û Kurdistanê di Nabucco de zêde ye
Projeya Nabucco ya taybet bi veguhastina gaza suriştî, bi merema derbaskirina enerjiyê bo Ewropayî pêwîstiyek zaf bi Iraq û herêma Kurdistanê heye.
Li gorî malpera “Blumberg” serokê karûbarê projeya Nabucco Dimitar Abadjîev wiha gotiye, “Iraqê mezintirîn par di vê projeyê de heye û li gorî welatên deverê kêmtir girêdayî Rûsyayê ye”.
Abadjîev wiha pê de çû, “Lewma ez pêşbînî dikim yekem gaza wê projeyê li Iraqê be, ji ber ku ew welat 10 milyar metir gaz dişîne”.
Her wiha çavkaniya han ji zarê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Berhem Ehmed Salih wiha ragihand, “Berî her şandinekê dê gaza me bo dabînkirina pêdiviyên me û cîranên me be, ji ber ku ew çavkaniya enerjiyê li Iraqê ne”.
Xeta Nabucco qasî 7 milyar û 900 milyon Evro xerc heye ku 3 hezar û 300 kîlometran navbera Tirkiye û Awisturiyayê bi hev girê dide, da ku pêdiviyên gaza Ewropayê kêmtir girêdayî Rûsyayê be û enerjiya Rojhilata Navîn bo Ewropayê dibe.
AKnews