Polîtîk

Abdullah GUL : Divê em pirsgirêka kurd çareser bikin

Serokkomarê Tirkiye  Abdullah Gul di vebûna parlamentoya Tirkiyeyê de gotarek balkêş kir. Gul ji bo parlementerên Tirkiyeyê jî şîret û pêşniyarên xwe parve kir.

Abdullah Gul daxwaz ji parlamenterên Tirk kir û got : Divê em pirsgirêka Kurd bi awayekî qerarî çareser bikin û divê em destûr nedin ku hêzên tarî bikeve navbera me .

Ji bo çareseriyê jî pêşniyar û nêrîna Abdullah Gul wiha bû : Rêbaza çareserkirina pirsgirêkê siyasî zêdetir demokrasî û zêdetir pirramaniye. Yekitiye  dewleta me nayê gengeşîkirin. Çareserî ne siyasetekî li ser nasnameya neteweyeke .

Ji ber kêmaniya standardên demokrasiyê me teror bihêz bû û divê em teror û pirsgirêka Kurd ji hev cûda bikin. Li ser vê mijarê gelek êş hatiye kişandin û dema ku em li ser wan êş û keseran diaxifin pir zehmetî dikşînin.

Ger em çareseriyên pirsgirêkan bi paş ve biavêjin serê neviyên me zêdetir biêşe. Ez wek serokkomar diaxifim û ez dizanim ku li paş pirsgirêkan jî çi hene. Divê em biqerar bibin . Û divê em bawer bikin ku rêya lihevhatin ji zehmetiyê ve derbas dibe.

Pêwîstiyek ji bo zagona bingehîna nû heye. Bêguman biryar jî di destê siyasetmedaran de ye. Lê belê ez wek serokkomar pêwîstiyek dibînim ku carekî dî bînim bîra we ku divê têde reng û daxwazên hemî civat jî bibe. Di vê çarçoweyê de ji saziyên sivil heta siyasî partiyan divê derfetek gengeşîkirina fireh bête amadekirin.

Çend mijar hene ku divê me li ser wan mijaran itifaq bikin. Ger li dijî hemwelatiyên me çek û sileh bihête drêjkirin divê bersiva wan bi awayekî tund bidine dayîn. Navnîşana demokratîzekirin û cihê çareseriya pirsgirêkan Parlamentoye.

Back to top button