Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel du grûpên parlamenterên Almanyayê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro piştî nîvro li bajarê Munchenê yê Almanyayê li gel komek parlamenterên partiyê yên SPD û komeke din ji CDU û CSU civiya.

Parlamenteran nêrîna xwe derbarê çawaniya pêşxistina peywendiyên navbera Almanya û Iraqê bi taybetî Herêma Kurdistanê û paşeroja hevkariyên navbera wan di warên cuda de anîn ziman û spasiya rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de û alîkariya civakan bi taybet êzdiyan kirin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya parlamento, hikûmet û gelê Almanyayê kir ku piştevaniya Herêma Kurdistanê kirine û bi taybetî jî amaje bi alîkariyên Almanya bo Êzdiyan kir. Rewşa civakên Herêma Kurdistanê mijareke dinê hevdîtinê bû.

Back to top button