Namzedê Şaredariya Diyarbekirê yê AK Partiyê banga dersên bijarte yên kurdî kir.
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ya AK Partiyê bi endamên çapemeniyê yên li bajêr dixebitin re hat ba hev û der barê xebat û projeyên xwe de agahî dan.
Bilden destnîşan kir ku di warê zimanê kurdî de tu pirsgirêk tuneye û got, “Gavên herî mezin ên di derbarê zimanê kurdî de, di serdema AK Partiyê de û ji aliyê Serokê me ve hatin avêtin. Berê destûr nedidan weşana medyayê ya bi kurdî, civînên çapemeniyê bi kurdî nahatan kirin. Niha ez bi Kurdî diaxivim, di gelek hevpeyvînên televîzyonan de jî bi Kurdî diaxivim û bi kanalên televîzyonan re jî bi Kurdî hevpeyvînan dikim. Bi dîtina min tu pirsgirêka zimanê kurdî li herêmê nîne. Dîsa hikûmeta me hem bernameyên zazakî û hem jî yên kurmancî wek dersên hilbijartî li dibistanan ava kir. Ez bang li hemû hevwelatiyên xwe dikim, bila zarokên xwe wek dersên hilbijartî zimanê Kurdî hilbijêrin. Weke şaredarî di serdema serokatiya xwe de çi berpirsyariya me hebe em ê bi cih bînin.
Zaravayê Kurmancî û Zazakî yên Kurdî di nav dersên hilbijartî yên di çarçoveya dersa Ziman û Zaravayê Zindî ya dibistanên navîn (5, 6, 7 û 8) yên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyê (MEB) de ne.
Li dibistanên amadeyî pêvajoya hilbijartinê ya dersên hilbijartî yên sala perwerdeyê ya 2024-2025an di 30ê Çileya 2024an de dest pê kir. Li gor daxuyaniya Reveberiya Giştî ya Perwerdehiya Bingehîn a Wezareta Perwerdehiyê, dersa hilbijartî ya eleqedar heke herî kêm 10 xwendekar heman dersê hilbijêrin dê li dibistanan bê dayîn.