Polîtîk

Barzanî: Êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê hewldanên dijmin û xayînan e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê ji bo têkbirina pêkhateya herêmê hewldanên dijmin, xayîn û dijberan e”.

  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî di derbarê Tesîsa Gazê ya Kormorê de daxuyaniyek da.  Barzanî got: “Êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê ji bo têkdana pêkhatina herêmê hewldanek dijmin, xayîn û dijberan e. Di wê baweriyê de ne ku wê Kurdistan bi êrîş û zextên berdewam hilweşe”. 

Mesrûr Barzanî got ku ew spasiya têgihiştin û helwesta welatên dost dikin ku bi berdewamî van êrîşan şermezar dikin, lê daxuyanî û şermezarkirina van komplo û êrişên nedadmend naqede û rê nade ku carek din dubare bibin.  

 Barzanî bang li hikûmeta Iraqê jî kir û got: “ Pêwîste hikûmeta Iraqê ji bo nehiştina metirsiya wan yasayan û paraztina asayîşa hemû Iraqê û Herêma Kurdistanê gavên pratîkî bavêje.   

Di dawiyê de Barzanî got: “Em bang li welatên dost dikin ku ji bo paraztina asayîşa gelê xwe, asayîşa aborî û aramiya siyasî ya li Herêma Kurdistanê tedbîrên cidî bigirin û alîkariyên meydanî pêşkêşî me bikin“.

Back to top button