Cîhan

Li Tirkiyê her ku diçe êşkence belav dibe

Konseya Ewropayê di derbarê êşkenceya sîstematîk û têkildariya xerab de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku êşkence û têkildairya xerab a li girtîgehên li Tirkiyê zêde bûne. 

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) deng da pêşnûmeyê û diyar kir ku li hin girtîgeh û navendên polîsan ên Ewropayê êşkenceya sîstematîk û têkildariya xerab tê dîtin û di nava van welatan de Tirkiye jî heye.

Biryar di Lijneya Giştî ya PACE ya li Strasboûrgê de bi wergirtina dengên 66 parlementeran hat qebûlkirin.

Di biryarê de hat destnîşankirin ku êşkence û têkildariya xerab li Ewropayê hîna bi dawî nebûye û heta niha li hin welatan meyla êşkenceya sîstematîk berdewam e. Rûsya, Azerbeycan û Tirkiye wek mînakên van welatan hatin nîşandan. Hat diyarkirin ku li gelek welatên endamên Konseya Ewropayê giliyên li ser têkildariy xerab li girtîgehê hatine kirin.

LI TIRKIYÊ BÛYER ZÊDE BÛNE 

Di beşa metna biryarê ya di derbarê Tirkiyê de, nêrîna ku li gel mesaja rayedarên fermî ya “ji êşkence û têkildariya xerab re sifir tolerans”, “di salên dawî de êşkence û têkildariya xerab li girtîgehan zêde bûye” tê gotin. Hat diyarkirin ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn di van salên dawîn de di derbarê qedexekirina têkildariya xerab de têr nakin û bang li saziyên din ên dadweriyê jî hat kirin ku hiqûqê bi cîh bînin.  

Rapora berfireh a ku bingehê biryarê girtiye, ji aliyê parlementerê Sosyaldemokratên Qibrisê Constantinos Efstathiou ve hatiye amadekirin.

Di raporê de biryarên dozên ku di navbera sala 1993an de li Tirkiyê bi taybet di dema girtin, binçavkirin, lêpirsîn û belavkirina xwepêşandanên aştiyane yên li Tirkiyê de, di derbarê êşkence û têkildariya xerab hatin hatin rojeva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).  

 PACE destnîşan kir ku ji sala 2017an û vir ve êşkence û têkildariyên xerab li Tirkiyê zêde bûne. Rapor têkildarî serdanên demkî yên CPT yên li hin girtîgeh û navendên polîsên Tirkiyê di salên 2016, 2018 û 2021an de piştî derbeya 15ê Tîrmehê pêk hatiye.

Li gor rêgezên CPT, ji bo weşandina raporên li ser van serdanan pêwîstî bi erêkirina hikûmeta welatê têkildar heye. 

Di rapora PACE de, serdanên kontrolê ji aliyê CPT ve li girtîgeh û qereqolên li Albanya, Ermenîstan, Bûlgarîstan, Xirvatîstan, Qibris, Yewnanîstan, Montenegro, Makedonya Bakur, Macarîstan, Moldova, Portekîz, Romanya, Sirbîstan, Slovakya, Ukrayna, hatine kirin.

Back to top button