Civak

Encûmena Wezîran di derbarê koçberên Kurdistanê de çend biryar dan

Civata Wezîrên Iraqê di derbarê koçberên ku li kampên Rêveberiya Herêma Kurdistanê dijîn rêzek biryar girtin.  

Lijneya Wezîran di bin serokatiya Serokwezîr Muhammed Şîa Sûdanî de civînek li dar xist. Di civîna Encûmena Wezîran de biryar hat dayîn ku 4 milyon dînar ji bo malbatên koçber ên ên ku li kampan dijîn bên dayîn, ji bo peydakirina kar, di sektorên giştî û taybet de ji wan re kar bê dîtin û ji bo bi dilxwazî vegerin warên xwe hemahengî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin.

 Di civînê de biryarên cûrbicûr ên di derbarê pirojeyên xizmetguzarî û pirsa vegera xwebexş a penaberan hatin gotûbêjkirin û biryar hat dayîn ku roja 30ê Tîrmeha îsal hemû kampên koçberan li Herêma Kurdistanê û Iraqê bên girtin û dosyaya koçberan bê bidawîkirin. 

Di vê çarçoveyê de biryar hat dayîn ku ji bo her malbatek penaber, ên ku bi dilxwazî vegerin warên xwe, 4 milyon dînar bê dayîn.

Hat destnîşankirin ku wê ji bo penaberên ku vegerin herêmên xwe bi koordîneya bi Wezaretên Koç û Koçberan re derfetên kar bên dayîn.

Back to top button