Cîhan
Amerîka bi fermana Biden êrîşê bingehên Heşda Şeibi kir

Amerîkayê êrîşî 3 navendên komên milîs ên ku Îran piştgiriya wan dike li Iraqê kir. Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin, êrîşan weke “pêwîst” û “rêveber” wesif kir û banga rawestandina tavilê ya êrîşên bi piştgirîya Îranê kir.
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin ragihand, hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê êrişî sê navendên komên çekdar ên ku Îran piştgiriya wan dike, kirin.
Austin di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku bi fermana Serok Biden, Amerîkayê 3 navendên ku ji aliyê komên milîs ên bi piştgiriya Îranê ve li Iraqê tên bikaranîn xistine. Austin got: “Ev êrîş bersiveke rasterast in ji zincîreyeke êrîşên zêde yên milîsên ku Îran piştgirîya wan dike li dijî personelên Amerîkî û yên Hevpeymanîyê li Îraq û Sûrîyayê.”