Cîhan

Îran: Pêwendiyên me yên baş ligel Herêma Kurdistanê hene

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kananî got ku, têkiliyên navbera Îran, Herêma Kurdistanê û Iraqê di hemû waran de baş û serkeftî ye.  

 Kananî, di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de got: “Mixabin di salên derbasbûyî de hertim ji aliyê Herêma Kurdistanê ve gef li ewlehiya netewî û welatiyên Komara Îranê dihatin kirin”.

 Berdevk Kananî herweha got: “Tiştê xwezayî ye ku Komara Îranê ji ewlehiya xwe ya netewî û ewlehiya welatiyên xwe îhmal neke û ev xeta sor a Îranê ye”.

Back to top button