Nivîsar

Hêvî herdem heye

Di dîrokê de, gelek dewlet,milet, ziman, ol, êl û çand, hebûne; û li ber bayê dîrokê li ber xwe dane. Lê mixabin pirê wan di dawî de teslîm bûne û di behra dîrokê de xerq bûne. Hinek bi serbilindî hinek jî bi zelîltî jiyana xwe didomînin. Bî rastî ev têkoşîna li hember dîrokê, têkoşînek xwezayi(tabiî) ye û berdewam dike.

Gelê Kurd jî bi sedsalane li ber xwe dide. Lê mixabin di vê sedsala dawî de rastî êrîşa sê- çar guran hatin, û guran Kurd birîndar kirine. Ji ber vê êrîşê, kurd tenê birîndar nebûne, gelek tirsiyane jî. Hûn zanin, xofa gur meşhûr e. Pirê caran ji ber vê tirsê dev û diran li mirov têne girtin ya jî herî hindik mirov lal dibe. Ev laltî, carnan bihûrbar e, carnan jî payîdar e. Ger ku mayînde be, divê were derman kirin. Li gorî ku tê gotin, di nav van guran de yek du gurên har jî hebûne. A herî xeter jî ev e. Ji ber ku Kurdan beriya êrîşê perpûn(aşî)a harbûnê nebûbûn û piştî êrîşê jî tavilê tedawî nebûne. Birînên wan kûr,êşa wan giran bûye.

Ji ber êrîşa van guran, Kurdan şoq derbas kirine(velîstine) û zimanên wan hatiye girtin, lal bûne, ev laltî li ser wan payîdar maye. Divê Kurd hem xwe, hem jî zimanên xwe bi lezgînî derman bikin. Ji vê nexweşiyê û ji lal û laliktiyê xelas bibin. Heta îroj Kurd tenê di şikeft û bajar û başarokên Kurdîstanê de tedawî dibûn. İroj herkes bi nexweşiya Kurdan hesiyaye. Nexweşiya Kurdan bûye nexweşiyek navnetewî. Ez bawer dikim xweşbûna vê nexweşiyê, ji bo miletên pêşverû bi taybet ji bo bijîjkan (doktor), dê bibe nîşana rûmet û serkeftinê.

Ji ber vî qasî îroj nexweşxaneyên Enqere û Stenbolê deriyên xwe vekirine. Heta Emerîka û Ewrûpa jî deriyên nexweşxaneyên xwe ji Kurdan re vekirine. Lê belê Tirk îroj naxwazin nexweşên xwe hewaleyî nexweşxaneyên Ewrûpa û Emerîka bikin, hem naxwazin vê şerefê bidin wan, hem jî dibêjin em nexweşên xwe hewaleyî wan bikin wê dema ku di laboratûarê xwe de tehlîl bikin wê sedema nexweşiyan diyar bibe. Wê demê, xaxbûna ser xaxbûnê ye. Ez dibêjim divê (gerek) nexweş pir li pey hesab û kîtaban nekeve, li dermanên xwe binêre.

Teklîfa tedawîbûna nexweşxaneyên Enqere û Stenbolê qebûl bike. Lêbelê divê Kurd, bi şert û mercên nexweşxaneyan neyên xapandin û bijîjkên xwe baş hilbijêre. Çimkî bijartina bijîjk, mafekî herî hiqûqî (dadî) ye. Çimkî dermankêr, bijîjk e. Dema ku doktor, dadmend (adîl) nebe, ne baş be û niyeta wî xerabî be, ne başîbe; dibe ku di bin navê dermandariyê de nexweşê xwe jehdar jî bike. Dema ku Kurd pejna tiştek wisa bikin divê derhal tedawiyê bidin sekinandin. Çimkî rawestindina tedawiyê jî mafek dadî ye.

Wê demê divê Kurd derhal vegerin Kurdîstane. Li nexweşxaneyên Kurdîstanê tedawiya xwe bidomînin. Bîla xelq û dinya zanibin Kurd bêhevî nînin. Ez tim dibêjim HÊVİ HER DEM HEYE. Êdî Kurd dikarin xwe bi xwe derman bikin, nexweşxane û bijîjkên wan qîmî wan neke jî, lê hemd ji Xweda re, hene. Tedawî dirêj bibe jî wê encam bi xêr be.

Piştî van gotinan ez vegerim ser pêvajoya çareseriyê. Bi rastî îroj gorî ku xuya dike pêvajo ,ber bi xêrê ve diçe. Heta niha me digot hukumet, ne samîmî ye. Hat fêm kirin ku di siyasetê de dilsozî ne pêwîste û ne şert e jî. Samîmîyet nebe jî siyaset dimeşe. Siyaset li ser keys û berjewendiyan hatiye avakirin.

Siyaset ne li gorî samîmiyetê,li  gorî şert û mercan diguhere. An na, padîşahan çawa zar û birayên xwe dieliqandin? Ji ber vî qasî serokwezîr tim dibêje “ Çi lazim be, dê ew bê kirin” em Kurd hîn nû fêrî siyasetê dibin. Heta vê demê, min jî li hinek tiştan bi çavê neyînî mêze dikir. Lê min fêm kir ku Kurd êdî tiştên ku winda bikin, nema ye. Mirov ancax ewqas karibe winda bike. Ya herî girîng ew e ku Kurdan, bîr û baweriya xwe, mêrxasî û xîret û rûmeta xwe winda nekiriye. Ev ji bo Kurdan bes e. Ez bawer dikim ji vir û şûn de, windakirin jî wê tune be , ancax qezenckirin heye.

Avakirina komîsyonên aqilmendan, gelek muhîm e. Kurd, pêşwaziya xwe ya mêvantiyê nîşanî wan didin. Ji bo ku êdî zarokê wan neyên qurbankirin, li ber lingê wan, beranan qurban dikin. Lê sed mixabin li her cî û warî heman rêzdariyê nabînin. Bi taybetî di Herêma Behrareş de hinek dolên Rûmên Pontûs û koçberên Kafkas, aqilmendan protesto dikin.

Qaşo xwediyê vî memleketî ew in. Welat perçe dibe, lewma wisa li berxwe didin. Evana bi qûrbana welatên xwe bin, 80-90 sal berê navê memleketê wan Lazîstan bû, parlementerên wan di meclîsê de bûn. Tê fêmkirin, ne Laz ne jî Lazîstan maye. Van tirşikçiyana, di bin navê Tirkçiyê de, heta niha dijiyan. Tirkçîtî here, wê ew jî dê herin. Nexwe ev mesele çareser bibe jimara bêkaran wê zêde bibe. Derî li ser Tirkçî û tirkşikçiya bêgirtin, li Tirkiyê pirsgirêkek nû wê derbikeve. Bala we dikşîne, bajarê Qeyseriyê jî xwe pir hildavêjin. Çima? Çimkî, Qeyserî,  demekê paytextê Rom bû “Qeyserê Rom” li vî bajarî rûdinişt. Loma ji re tê gotin Qeyserî. Ez bawer nakim Tirkên, ku bi esl û feslên xwe Tirk bin, pirsgirêkan derxin. Gotinek pêşiya heye dibê ”Her gîha li ser koka xwe şîn dibe”.

Lê vana, ne wîsa ne, wek dara ku bê lûl (aşî) kirin. Kok cûda be, jora wê, bi taybet fêkiyê wê, cûda dibe. Kê bi çi awayî lûl kiribe, li gorî wê lûlê fêkî dide. Gelo kes tûne ji vanan re bibê je. “Ey bavên xalê xwe, tiştên ku Kurdan kişandiye, ji hezarî yek we kişandiye? Bi rastî Em naxwazin birînan nû bikin, em naxwazin behsa çar-pênç hezar gundê şewitî, çil-pêncî hezar kuştî, bi mîlyonan koçber û birçi, ya jî behsa bîst hezar faîlêmechûl û bi mîlyonan însanên melûl bikin. Ji xwe em naxwazin behsa wan kesên bûne birîndar, ji xwe em wan qet naynin ziman û zar, ku em wan ji xwe re têkin mijar û bazar,dibe ku jimara wan bigihîje sed hezar. Ev mirî û birîndarên Kurdan, ne wek şehîd û xaziyên fermî, mehaniyên wan hene, ne jî  gorê wan diyar in.

Di dawi yê de ez jî dibêjim îroj roja pirsa hesab û kîtaban nîne. Îroj roja çareseriyê ye, helaletiyê ye. Divê em tim hêvîdar bin, çimkî bê hêvî jiyan nabe. Hêvî heq e, hêvî xelq e. Hevî her dem heye û hêvî her dem Xweda ye.

XULASEYÊ KELAM, WESSELAM.

01.05.2013


Ziyaeddin EMBARÎ                                                                                      
                                 

Back to top button