Serokwezîr naveroka lihevhatina digel Bexdayê eşkere kir

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê di preskonfrensekê de behsa encamên serdana xwe ya bo Bexdayê û civênên digel serokwezîrê Îraqê û berprisên din yê hikûmeta Îraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî di destpêka preskonfrensê de got:

– Di civîna berî çend rojan a aliyên siyasiyên kurdistanî digel serokê herêma Kurdistanê de biryar hatibû dan ku şandeyeke herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike. Li gor wê biryarê, me weke şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir. Li Bexdayê em digel cenabê Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê, Hevpeymaniya Niştimanî, cenabê serokê parlamentoya Îraqê, Lîsteya Îraqiye (Eyad Elawî), Rewta Sedir, Adil Ebdulmehdî berpirsê Civata Balalya Îslamiya Îraqê civyan û pirsên hilawîstiyên nevbera Hewlêrê û Bexdayê û kirîza siyaisya Îraqê gotûbêj kir.

– Beriya her tiştî ez dixwazim tekîd bikim ku, çûna me bo Bexdayê li dijî tu pêkhateyên Îraqê nîne û li ser hisaba tu aliyekî li dijî aliyek din nîne. Em pabendin bi prensîpê ku, digel tu aliyan li dijî aliyek din hevbendiya çênakîn. Lê em her tim bi prensîpê danûstandinan bi Bexdayê re pabend in û me tu caran diyalog digel Bexdayê red nekiriye û red jî nakin. Me bi awayekî gelek cidî digel cenabê serokwezîr Malikî û ew girûpa wî destnîşan kiribû danûstandin dest pê kirin. Civînên me li ser sê pirensîpên serekî: Hvebeşî, hevsengî û tewafiq bû, ev sê pirensîp ne tenê di navbera kurd û Bexdayê ye, lê sê stûnên serekene û Îraqê nû li ser wan hersê stûnan hatiye avakirin. Bi dîtina me eger ev her sê pirensîp li ber çavan neyên girtin hevsengî dê seqet be û dê bibe hokarê pirsgirêkên mezin li welêt.

Serokwezîrê Kurdistanê di axaftina xwe de got ku, wan (şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê) digel hikûmeta Bexdayê li ser heft xalan li hev kiriye:

1- Hikûmeta Îraqê tezmînat bide malbatên qurbaniyên enfal û kîmiyabarana helebce û deverên din yên Kurdistanê. Herwesa hikûmeta Bexdayê tezmînat bide penaberên çûyne Îran, Tirkiye û cîyên din.

2- Me digel Bexdayê li ser pêkanîna komîteyekê bo karûbarên emnî lihev kir. Me li Bexdayê hest bi wê yekê kir ku, zaniyarên şaş li ser rewşa emnî ji Bexdayê re tên şandin. Me bi pêwîstî zanî ku, ji bo karûbarên emnî komîteke berdwam hebe. Emniyeta Îraqê emniyeta meye jî. Me ew yek îspat kiriye ku, her dema li devereka Îraqê rewşa emnî tîkdiçe, ji bo parastina emniyeta wê deverê me pêşmerge hinartiye. Pêwîstiya me bi senterekê hevahengiyê heye.

3- Pêkanîna komîteyên hevbeş bo parastina deverên kurdistaniyên dervey îdareya herêma Kurdistanê. Dema amerîkî li Îraqê bûn ew komîteye hebûn, lê piştî amerîkî ji Îraqê derketîn ew komîteye jî neman, nuha em careke din wan komîteyan bo parastina rewşa emnî zîndî dikin.

4- Pêkanîna komîteyekê ji bo reorganîzekirina tixûbên îdariyên wîlayetan.  Ev jî ji bona normalîzekirina rewşa Kerkûkê û deverên din pêngaveke.

5- Pêkanîna komîteyekê bo pirsa qeza û gomirkê.

6- Pêkanîna komîteyekê bo şopandina pirsa budceyê û verastkirina yasaya budceya Îraqê. Ji ber ku ew yasaya budceyê yaku, ji aliyê parlamentoya Îraqê ve hatye pesind kirin weke cezayekî bû bo ser herêma Kurdistanê. Divê budceya pêşmerge û heqdestê kompaniyên neftê jî û mafên din yên Kurdistanê di yasaya budceyê de bên tesbît kirin.

7- Qanûna neft û gazê û qanûna dabeşkirina dahatiyê neftê ji bo pesindkirinê biçe parlamentoya Îraqê.
Barzanî got ku, ev destpêke û hemû pirsgirêk bi şev û rojekê çareser nabin, lê destpêkek başe. Ez bi ava encaman kêfxweş im û rola hemû hêzên siyasiyên Kurdistanê di vê çarçoveyê de bilind dinirxîn im.

 

Dawetkirina Malikî bo Kurdistanê

Di bersiva vê pirsê de, serokwezîrê Kurdistanê got: serokê Kurdistanê yekemîn kes bû hest bi xeteriya rewşa Îraq kirî. Gelek caran wisa dihat gotin ku, ew pirseke şexsî di navbera Barzanî û Malikî deye, lê wisa nebû û yên wisa difikirîn şaş bûn. Serok Barzanî dizanî rewşa Îraqê ber bi aqrekî xeter ve diçe. Min, serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî bo Hewlêrê vexwand û hêvîdar im di demek nêzîk de Malikî serdana Hewlêrê bike û digel serokê Kurdistanê bicive.

Pirsa neft û gazî li Îraqê

Serokê hikûmetê got ku, pirsa heqdestê kompaniyên neftê pirsa serke ya danûstandinên digel Bexdayê nebû. Ez nabêjim ku, me ew meseleya bi yekcarî çareser kir, lê em dixwaz in çareser bikin û dê her çareser kîn. Lê em dixwazîn bi Bexdayê re çareser bikîn. Destên me negirêdayî ne me gelek alternatîv hene, lê em dixwaz in di vê çarçoveyê de li gor wê mekanîzma me li ser hev kirî çaerser bibe.

Pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê

Hikûmeta herêma Kurdistanê, bêy ku destê xwe bixe nav karûbarên Tirkiyeyê, piştevaniya pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê dike û hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bona dîtina çareseriyekê bo pirsa kurd ku, di berjewendiya gelê kurd û gelê tirk de be, alîkariya hikûmeta Tirkiyeyê dike. Em dixwaz in ku, têkeliyên Îraqê bi hemû dewletên cîran re, bi taybetî bi Tirkiyeyê re, baş bin. Hatina çekdarên PKKê bo herêma Kurdistanê tiştek nekême. Em hertim piştevaniya pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê dikin.

Madeya 140ê

Me madeya 140ê îhmal nekiriye, aliyên mixalifetê çi dibîj in û çi dinivîs in ew azad in. Em li ser wê yekê rêkeftin ku, madeya 140ê madeyeke destûrî ye û herêma Kurdistanê gelek bi cidî ji bona cîbicîkirina wê madeyê dixebite. Eger ew madeye cîbicî nebe dê tu caran Îraq aram nebe.

Federalîzim baştirîn çareseriye

Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Îraqê federalîzim baştirîn çareseriye. Di dema hilbijartinên Îraqê de, Şîye deng bi Şîeyan didin, Sune deng bi Suneyan û kurd jî deng bi kurdan didin. Pêwîste em ji bona pêkvejiyana van pêkhateyan modelekî peyda bikîn û federalîzim baştirîn modele.

Pêşmerge bo pirkirina valahiya emnî çûye Kerkûkê

Valahiya emnî li hin deveran peydabûye û pêşmerge jî ji bo pirkirina wê valahiyê çûye Kerkûkê. Yek ji erkên hikûmeta herêma Kurdistanê parastina emniyeta xelkî ye.  Berê û nuha jî em parastina emniyeta xelkê Kurdistanê bi karê  xwe yê pêşîn dizanin. Her dema gef li dijî xelkê me bê kirin û valahiya emnî peyda bibe pêşmerge bo parastina emniyeta xelkî amadeye.

Pirsên netewî

Em meseleyên me digel Bexdayê gotûbêj kirîn hemû pirs û meseleyê netewî ne. Heqdestê kompaniyên neftê jî ku girêdayî berjewendiyên xelkê Kudistanê ye ew jî pirsek niştimanî ye. Me li ser pirensîpên hevbeşî, hevsengî û tewafiqê digel serokwezîrê Îraqê minaqeşe kir. Dema hikûmeta Bexdayê pirensîpê tewafiqê şikand me parlamenter û wezîrê xwe ji Bexdayê bo rawêjkirinê bangkirin bo Hewlêrê. Mesele ev bû, Bexdayê pirensîpê tewafiqê bin pê kir û me jî wezîr û parlamenterên kurd bangî Hewlêrê kirin. Madeya 140ê ji hemû pirsan giringtire, lê meseleya qanûna dabeşkirina dahatiyê neftê jî giringe, heqdestê kopnaiyên neftê jî girine ji ber ku bi awayekî dîrekt peywendî bi jiyana hevwelatiyên Kurdistanê ve heye.

Nerîna min :