Peyama Erdogan gihand Barzanî
Li Selahedîn bMesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Huseyin Çelik Cîgirê Recep Tayyip Erdoğan li Partiya Dad û Geşepêdana Tirkiye û şanda li gel kir.
Li destpêka hevdîtinê de Huseyin Çelik ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û silavên taybetiyê Serok Wezîrê Tirkiyê bi Serok Barzanî gihand û xweşhaliya xwe jî ji bo serdana Kurdistanê derbirî.
Cîgirê Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê behsa xweragirî û rola Serok Barzanî ya li karwana xebata gelê Kurd û gihîştina wê roja niha ya avadanî û asayîşa berqerar û pêşketina li Herêma Kurdistanê da kir.
Li beşekî dinê axaftina xwe de Huseyin Çelik balkişand li ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê ya li warê avadankirin û perwerdeyê de kir û hêvî xwest ew pêwendî pêş bikevê bi taybetî li warê çandin û danustandina şandên zanistî û xwendina bilind kir.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya Serok Wezîrê Tirkiye û Partiya Dad û Geşepêdanê kir û rola navenda zanistî û bazirganî û çandiyên Tirkiyê li geşepêdana pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de bilind nirxand û hêvî jî xwest ew pêwendî zêdetir pêş bikeve, bo ku pêşketin û aştî li navçeyê da bi cîhtir bibê.
Li beşekî dinê hevdîtinê de her du aliyan pêvajoya siyasiya navçeyê û pêwendiya siyasiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê û welatê Tirkiye guftûgo kir û pêşhatên siyasiyên Iraqê jî xistin ber behs.