Li Dersimê PDB tevlîhev bû
Serokê BDPê yê bajarê Dersimê Şerefettin Halis ji berî demekî ji partiya xwe îstifa kiribû. Dema Halis ji BDPê îstifa xwe da, ji aliyê partiyê ve bi tundî hate rexnekirin. BDPê îdia kir ku, Şerefettin Halis di meclisa bajarvaniyê de daxwaz ji endamên BDPê kiriye ku dengên xwe bidin Ak Partiyê.
BDPê helwesta Halis xirab nirxan û got partiya me Halis şermezar dike. Li ser vê yekê serokê berê yê yê BDPê li bajarê Dersimê Halis daxuyaniyek da rojnama Radikalê.
Bi kurtahî Halis daxuyaniya xwe de dibêje:
“ Di tekoşîna ji bo azadiyê û demokrasiyê de,di van 30 salên dawî de, bi hezaran gencên Dersimê xwîna xwe dane û niha jî mezarên zêdeyî 1000 ji van şehîdan derdora Dersimê ne. Mezarên wan wek mozola êş û elêma gelê me ye.
Ji bo xebata siyasî Dersimê bedelên mezin dan. Hinek li ser vî bedelî siyasetê dikin û sermaye bi xwîna van kesan destxistîn hirê wire serf dikin, nabê. Ev yek ehlakek siyasî berz dixwaze.
Herweha Halis dide xuyakirin ku wî ji bo mafên Kurdan û Alewiyan tekoşînek bi nirx kiriye. Halis di daxuyaniya xwe de Nawenda BDPê tawanbar dike û dibêje ew ji nasnama min ya sosyalist, kizilbaş/alewitiyê acizin.
Wek din Halis endamên rêvebiriya BDPê bi hekariya AK Partiyê jî tawanbar dike û dibêje tişta ku wan bi xwe kirî kirin stuyê min de û min tawanbar dikin.