Di nava du hefteyan de 19 girtiyên Kurd hatin şeniqandin
Rejîma Îranê ji vexwarina xwîna Kurdan têr nabe. Roj namîne ku Kurdan negire, hepis neke û neşeniqîne. Herî dawî 6 girtiyên din ên Kurd hatin şeniqandin.
Bi şeniqandina Kurdên bi navên Ehmed Letîfî, Ekber Xuremtaş, Elî Ekber Muradiyan û Emîr Husên Melekî, hejmara girtiyên ku di nava rojekê de hatine darvekirin giha 6 kesan. Berî niha jî Hadî Nezerî û Elî Mîrî hatibûn darvekirin. Bi vî awayî di nava du hefteyên derbasbûyî de 19 girtiyên Kurd di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatin şeniqandin.
Li gor agahdariyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 14ê Çileya 2024an, herî kêm şeş girtiyên Kurd yên bi navên “Ehmed Letîfî, Ekber Xuremtaş, Emîr Husên Melekî, Elî Ekber Muradiyan, Hadî Nezerî û Elî Mîrî” ku xelkê bajarên Kirmaşanê, Hersîn û Sehnê li girtîgeha navendî ya Kerecê hatine darvekirin.