Cîgirê Nûrsûltan Nazarbayêv ji hêla Asambleyê da kurde
Qazaxistan di nava Yekîtiya Dewletên Serbixwe da tê hesabkirinê çawa dewleteke dêmogirasî. Hemû netewa û kêmnetewa mafê wanî, çandî, hunerî û civakî hatîye danê û bi Qanûnnema Qazaxistanêva hatîye îzbatkirinê.
Sala 1995-a ji aliyê serokkomarê Qazaxistanê N. Nazarbayêv Yekîtiya Qelên Qazaxistanê hate avakirinê. Knyazê Îbrahîm Mîrzoyêv 20 sala zêdetire ku di Yekîtîya da kar û xebata candî, hûnerî û civakî dimeşîne. Ew 10 sala zêdetire ku serokê Fêdêrosîyana Kurdê Qazaxistanêye «Berbang»e.
24 meha Nîsanê li bajarê Astanê Yekîtiya Gelê Qazaxistanê civiya. Di civîne da pêşniyariya professor û rojhilatzan Knyazê Îbrahîm Mîrzoyêv pêşda hate kişandin ku bibe cîgirê serokê Yekîtîya Qelê Qazaxistanê.
Di civînê da ew pêşniyarî hate pejirandin. Serokê Federasêyona Kurdê Qazaxistanê «Berbang» Knyazê Îbrahîm Mîrzoyêv bi yekdengî hate bijartin cawa ku cîgirê N.A. Nazarbayêv ji hêla Yekîtîya Qelên Qazaxistanê.
Ev xemxurîya seyaseta dewletêye here başe, ya here dîrokîye û berbiçave hinberî gelê kurdê Qazaxistanê.