Civak

Li Metina PKKê êrîşê bingehek artêşa Tirkiye kir, kuştî û birîndar hene

Li başûrê Kurdistanê devera Metina çekdarên PKKê êrîşê bingehek artêşa Tirkiye kirin. Navbera çekdarên PKKê û artêşa Tirkiye de şer derket. Di vê derbarê de wezereta Berevaniya Tirkiye daxûyaniyek ragihand û dibêje ku, di vî şerî de kuştî û birîndar hene.

 Di daxuyaniyê dibêje: “Di şerê ku di 12’ê Çileya 2024’an de bi terorîstan re hewl didan bikevin baregehê de, 5 rêhevalên me yên qehreman şehîd bûn û 8 hevalên me yên qehreman jî birîndar bûn. Li herêma Operasyona Çiqlê Zeytûnê birîndarên me sewqî nexweşxaneyê hatin kirin û tedawiya wan hat destpêkirin.”

Piştî demekî cardin wezereta Berevaniya Tirkiye daxûyaniyek ragihand û got ku, hêjmara kuştiyan gihaye 9 an. Herweha li gora daxûyaniya wezaretê di vî şerî de heta niha 15 çekdarên PKKê jî hatine kuştin. Li herêmê operasyona Artêşa Tirk berdewam e û gelek dever ji aliye balefirên şerve tene bombebaran kirin.

Back to top button