Polîtîk
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye
Şandek Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku bi rayedarên Iraqî re li ser lêçûnên derxistin û hilberîna petrolê li hev bikin, serdana Bexdayê kirin.
Li gor nûçeyên medyayên nêzîkî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) şandek teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta gotûbêjkirina lêçûnên derxistin û veguheztina petrola Herêma Kurdistanê çûye Bexdayê.
Şanda ku wê bi rayedarên hikûmeta federal re behsa lêçûnên derxistin û veguheztina petrolê bike, dixwaze her du alî li ser hejmarek rasteqîn li hev bikin û di guhertina bûdçeyê de cîh bigirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo petrola kêlgehan 26 dolar ji her bermîlekê xwestibû, lê di bûdçeya Iraqê de nirxê her bermîlekê wek 6 dolar hatibû diyarkirin.