Civak
Berbijêrê AK Partiyê yê şeredariya Mezin a Stanbolê eşkere bû!
AK Partî îro hinek berbijêrn xwe ji bo şeredariya eşkere dike. Lê ji berî civîna ku berbijêra bi awayek fermî eşkere bike, navê hinek berbijêran derket holê. Ji van yê herî girîng berbijêrê bajarê Stanbolê ye. Berbijêrê AK Partiyê yê Stanbulê wezîrê berê Murat Kurum e.
AK Partiyê ku beriya hilbijartinên herêmî dê îro namzedên xwe yên şaredariyê bi raya giştî re bide nasîn, Wezîrê berê yê Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avuhewayê Murat Kurum wek namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatiye destnîşankirin.
Recep Tayyîp Erdogan dê di merasima ku îro li Navenda Kongreyê ya Haliç a Stenbolê bê lidarxistin da namzedên 28 şaredariyên AK Partiyê ku 12 ji wan şaredariyên mezin in eşkere bike.