Cîhan
DEAŞê berpirsiyariya êrîşên li Îranê girt ser xwe
Rêxistina terorê DEAŞ berpirsiyariya êrîşên ku doh li Kirmana bajarê Îranê hatin kirin û 84 kes hatin kujtin, girt ser xwe.
Di daxuyaniya hesabên Telegramê yên ku bi rêxistina terorê ve têkildar in hat diyarkirin ku êrîşên li Îranê hatine kirin “êrîşên xwekujiyê” ne.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku “li Kirmanê di êrîşên êrîşkarên xwekuj ên nêzî gora Qasim Silêmanî de kujtî û birîndar 300 kes hedef hatin girtin”.
Li Kirmana eyaleta Îranê doh dema ku bi minasebeta salvegera 4emîn a kujtina Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî merasima bibîranînê dihat lidarxistin, li ser rêya gora Silêmanî, 2 teqîn çêbûbûn.
Li gor daxuyaniya dawîn di êrîşan de 84 kes hatin kujtin, 284 kes birîndar bûn.