Cîhan

Berpirsekî din ê PKK hat kujtin

Teşkîlata Îstîxbarata Tirkiyê MÎT ragihand ku wan berpirsekî PKK ê bi navê Îslam Cehanfer “Berxudan Kelhor” li navçeya Silêmanîyê kujtiye.

Li gor ragihandina Teşkîlata Îstixbarata Netewî ya Tirkiyê (MÎT) û çapemenîya girêdayî Hêzên Ewlekarîyê, li bejahiya navçeya Pencewîn a bajarê Silêmanîyê, piştî lêkolîn û şopandina ajanên MÎTê yên li herêma Silêmanîyê, Îslam Cehanfer ku yek ji serokên PKK/KCK-PYD/YPG ye kujtine.

Li gor agahiyên ku hatiye ragihandin, Îslam Cehanfer ê bi nasnavê “Berxudan Kelhor” ê ku bi eslê xwe Îranî ye û li Sûrîyê berpirsiyarîya endamên PKK/KCK-PYD/YPG kiriye û brîndarên rêxistinê derman kiriye, gav bi gav hatiye şopandin, ajanên MÎTê yên li qada herêma Silêmanîyê cîhê Îslam Cehanfer li bejahîya Pencewîn a bajarê Silêmaniyê kifş kirine û piştre li dijî Cehanfer biryara operasyonê hatiye dayîn.

Li gor hatiye gotin, operasyona li dijî Cehanfer bi qasî 200 kîlometre dûrî sînorê Tirkiyê hatiye kirin.

 Balkêş e, her çiqasî rayedar û çapemenîya PKK tohmetan li PDK dikin û dibêjin “PDK îstîxbaratê dide dewleta Tirk” jî, piranîya rêvebir û kadirên wan li Rojava û li Herêma Silêmanî ya di bin destê YNK de tên kujtin. Ev jî sosretek bi serê xwe ye,

Back to top button