Wezareta Pêşmerge: Mafê Pêşmerge ye ku bersiva pêwîst bidin

Di derbarê êrîşa balafirên bêmirov ên li ser baregeha Pêşmerge ya li herêma Pîrmam a Hewlêrê, Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat gotin ku, “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wek her carê ji bo paraztina xak û neteweya xwe, mafê wan e ku bersiva pêwîst bide”.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Em êrîşa balafirên bêmirov ên ku di 30ê Kanûna 2023an de ji aliyê komên neyasayî ve li ser baregeha Hêzên Pêşmerge ya li Pîrmamê pêk hat, bi tundî şermezar dikin”.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de her weha hat gotin ku “aramî û asayişa Herêma Kurdistanê garantiya aştî û aramiya Iraq û navçeyê ye, em wek Wezareta Pêşmerge bang li hikûmeta Iraqê û hemû dostên xwe yên di nava koalîsyona navnetewî de dikin ku ji bo rawestandina van êrîşên bêberpirsiyarî alîkariya me bikin”.


