Polîtîk

Li rojavayê Kurdistanê êrîşê bingehek Amerîkî kirin

Li bajarê Hesekê yê li rojavayê Kurdistanê li ser Balafirgeha Harab Cir ku hêzên Amerîkayê lê bicih bûne, bi balafirên bêmirov êrîşek hat kirin.

Têkildarî kuştî û birîndarên êrîşa roketan agahî nehatin bidestxistin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hêj têkildarî êrîşê daxuyaniyek nedaye.

Li rojavayê Kurdistanê û Suriye, di van demên dawîn da bi balefirên bêmirov ên çekdar va li herêma Tanfê, navçeya Malikîyê ya nêzî sînorê Iraqê, navçeya Şedadê ya parêzgeha Hesekê û parêzgeha Dêrezorê êrîş li baregehên ku artêşa Amerîkayê lê bi cih bûne hatin kirin.

Komên ku Îran piştgirîya wan dike car caran bi rokêt, firokeyên bêfirokevan êrîşî bingehên Amerîkî yên li rojhilatê Çemê Firatê dikin.

Back to top button