Polîtîk

PDK: Em amade ne ji bo pêkanîna hikûmetên xwecihî dest bi diyalogê bikin

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed daxûyaniyek da û dibêje: Em awayek eşkere radigehînin ku, ji berî destpêkirina kirina hilbijartinan û di dema hilbijartinan de jî me têbînî li ser wê piroseyê hebûn. Di hilbijartinên civatên parêzgehan de, gelek asteng ji bo partiya me hatin çêkirin, her ji givaştinên ewlehî û siyasî heta bikaranîna aliyên darayî ji bo kirîna wijdana hindek xelkî, lê hevalên me û cemawerê serbilind ê partiya me bi dilgermî tevlî hilbijartinan bûn û asteng rakirin.

Mihemed berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Niha jî piştî ragehandina encaman ji aliyê Komisyonê ve, di ser têbîniyan û tomarkirina skalayên qanûnî re, em piştrast in ku partiya me ji ewa hatiye ragehandin zêdetir deng wergirtine. Di ser balkêşî û têbîniyên me re, em wekî PDK ji bo diyalog û lihevguhertina dîtin û nerînan ji bo pêkanîna hikûmetên xwecihî  yên parêzgehan amade ne, li ser bingeha şeraketê û bicihanîna lihevkirinên siyasî û asayîkirina rewşa wan deveran ên ku pêştir lihevkirin li ser hatiye kirin û dabînkirina ewlehiyê û xizmetkariyan ji bo welatiyan bê cudahî.

Back to top button