Civak

Roja Ala Kurdistanê

Îro roja Ala Kurdistanû ye, Al ji bo netewekî gelek girînge û sembola heyîna milletekiye. Mixabin ji bo ku, Kurdistan ji aliyê kolonyalîstan ve hatiye dagirkirin, heta wek demek dirêj Ala Kurdistanê bi awayek serbixwe û eşkere nehatiye bilind kirin.

“Cara pêşî di serê adara 1919’an de bû, dema ku şehîdê leheng Elîşer û Dr. Nûrî Dêrsimî ev Al li Emraniya Dêrsimê, li ser çiyayê Qoçgîrê bilindkirin.

“Cara duyem di sala 1929 – 1930’an, de bû, di van her du salan de jî, ev Al, ji rex General Îhsan Nûrî Paşa û hevalên wî ve li ser çiyayê Aararatê hatiye bilindkirin.

“Cara sêyem di roja 22 /01 /1946’an de, di roja beyankirina komara Demokrat li Mehabadê, ev Al ji rex Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî ve di navtara Çarçira de hatiye bilind kirin. Lê mixabin, di van her sê caran de ev Al bi darê zorê hatiye daxistin û qedexe bûye..

“Cara çaran, di roja 9/6/1999’an de, bi erêkirina serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistana başûr de, bi rengekî fermî biryar hat standin bibilindkirina Alê re.

“Û her wiha di roja 11.11.1999’an de birayar hatiye standin, ku roja 17.12. ji her salê (Roja Ala Kurdistanê) be.

“Ev roja ku Pêşewa Qazî Mihemed Ala Komara Mehabadê spartiye Barzaniyê nemir.”

Niha Ala Kurdistanê bi awayek fermî li başûrê Kurdistanê bilind dibe, herweha berpirsên herêma Kurdistanê, di asta pêwendiyên cîhanî de jî di bin Ala Kurdistanê de hevdîtina dikin. Bi kurtahî Ala Kurdistanê sembola Neteweyê Kurd e.

Îro ji bilî başûrê Kurdistanê rakirina vê Alê qedexeye. Li bakurê Kurdistanê , hinek rêxistin û partiyên Kurda vê Alê wek sembola netewê qebûl dikin û di çalakîyên xwe û ofîsên xwe de bilind dikin. Lê gelek cara dibe armanca êrîşên hêzên ewlehiya dewletê.

Li rojhilatê Kurdistanê jî bilindkirina Ala Kurdistanê qedexeye, lê hemû rêxistin û aliyên Kurd vê Alê bilind dikin û wek sembola netewî dibînin.

Mixabin rojavayê Kurdistanê bilindkirina Ala Kurdistanê ji aliyê desthilata PKKê ve wek welatên dagirker hatiye qedexekirin. Gelek cara Ala Kurdistanê bûye armanca êrîşên çekdarên PKKê li vî beşê welatê me.

Di nava Kurdan de tenê rûxistinên PKK û derdora wan li dijê vê sembola netewîye. Ew Ala Kurdistanê qebûl nakin. Ji ber ku li dijê destkeftiyên netewîne û dijê dewletbûna Kurda tevdigerin. Gerek kurdbûnê de Ala Kurdistanê wek pîvanek bê nirxandin.

Lê îro bilindkirina Ala Kurdistanê li başûrê Kurdistanê wek kelemekî di çavê dijmina û herkesê dijê bilindkirina Ala Kurdistanê de ye. Ev beşê welatême bûye hêviyeya dewletbêna Kurda û avakirina Kurdistanek serbixwe.

Back to top button